Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê 2021-03-20 12:36:03 STENBOL – Bi hezaran kesên ku li Stenbolê diherikin qada Yenîkapi ya Newrozê, bi dûrişmeya “Ji Ocalan re azadî” dest bi dagirtina qadê kirin.    Li Stenbolê, bi deh hezaran kes diherikin Qada Yenîkapi ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” Newroz lê tê pîrozkirin.  Li qada Newrozê ku pankartên “Silav ji Roja me re, ji berxwedanê re berdewam” , “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” hatine daleqandinê coşeke mezin heye.    SIRÛD Û DÛRIŞM   Welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji gelek deverên bajar herikîn qadê coşa wan a Newrozê li nuqteyên lêgerînê bi gerandina govendê dest pê kir. Li vir sîrûsa “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û dûrişmeyên mîna "Bijî Serok Apo” û "Ji Ocalan re azadî" berz kirin.    NUQTEYÊN LÊGERÎNÊ   Gelek kesên ku xwestin bikevin qada Newrozê, ji derketina metroya Yenîkapi Marmarayê bi meşê herikîn qadê. Di derketinên metroyan de polis û Komîteya Amadekar a Newrozê nuqteyên legerînê danîne û beşdarên Newrozê bi kontrol ber didin qadê. Li gel hemû astengiyan jî welatî bi pankart û filamayan ketin qadê.    XWESTIN PANKARTAN ASTENG BIKIN   Polisan, xwest pankartên “Neyarê Rojava neyarê bindestan e” , “HDP bi siyaseta serbiwe heye û bi çalakiyên girseyî dikarê bê parastin”  û “ji bo destûra bingehîn a demokratîk meclis, meclisa damezrîner rêya tekane şoreş e” desteser bikin, lê piştî demeke dirêj destûr hat dayîn ku pankart bikevin qadê.   XWEDÎDERKETINA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê  ketin qadê, bi lêdana erbaneyan kilam gotin ûn goven gerandin. Di kêliya govend gerandinê de ciwan bi dûrîşmeya “Bijî berxwedana zindana” xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 114’an de didome derketin.   NIHA DEMA AZADIYÊ YE   Jinên ku bi pêşmalkên xemrî yên li ser "Niha dema azadiya jinan e" nivîsandibû ketin qadê û bi berzkirina tilîliyan guvend gerandin. Hatina bi hezaran kes a qada Newrozê dewam dike.