Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin 2021-03-20 12:40:49   COLEMÊRG - Şêniyên Geverê ku ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya sibê xwe amade dikin diyar kirin ku wê bi daxwaza azadî û aştiyê li qadê bin.   Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Gevera Colemêrgê li ber temambûnê ne. Navnîşana pîrozbahiyên ku her sal bi tevlibûna deh hezaran pêk tê îsal Qada Yenîşehîrê ye. Pîrozbahiya Newrozê wê saet 12.00’an de dest pê bike. Parlementerên HDP’ê Saît Dede û Semra Guzel û Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Grup Golgedekîler û hunermend Rêzan Şîrvan wê tevli bibin.   Şêniyên bajar ên bi coşeke mezin li benda tevlibûna pîrozbahiyanê têkildarî pêyamên ku ji qadê bidin axivîn.   WÊ AZADIYÊ BIQÎRÊ   Dayika Aştiyê Gulçîn Karaburk diyar kir ku Newroz roja evin û azadiyê ye û anî ziman ku wê bi rihê azadiyê tevli pîrozbahiyê bibin. Karaburk xwest ku Newroz bi coşeke mezin bê pîrozkirin û destnîşan kir ku dê li qadê daxwazên girtiyên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin di çalakiya greva birçîbûnê de ne û azadiya girtiyan biqîrîn.   KELECANA HER SALÊ   Seyfettîn Dundar diyar kir ku her sal bi çar çavan li benda Newrozê ne û wiha got: “Ji ciwanan heta kalan wê herkes bi coş newrozê pîroz bike. Newroz cejna hemû gelan e. Em dixwazin Newroz êdî di nava aşitiyê de were pîroz kirin. Van salên dawî di Newrozê de her tim bûyer pêk tên. Em naxwazin pirsgirêk û binçavkirin çêbibin.”   Emîn Bûlgan jî destnîşan kir ku ji bo kurdan girîngiyeke Newrozê ya cuda heye û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev roja girîng bibe wesîleya aşitî, azadî û biratiyê. Wê li Geverê Newroz bi coş bê pîroz kirin. Ez ji 7 salî heta 70’ê saliyan hemû gelê Geverê vedixwînim Newrozê.”   AGIRÊ VENAMIRE   Osman Arslan jî xwest ku Newroz bila bibe wesîleya bidawîkirina şeran hemû û wiha axivî: “Em naxwazin zêdetir xwîn birije. Hêvî dikin ku li hemû cîhanê aşitî pêk were. Newroz ji bo rojeke qedîm e. Me ev agir qet venemirand. Dixwazim her kes bi coş tevli Newrozê bibe.”   Gulbeya Mihçi jî anî ziman ku wê bi bendewariya aşitî, azadî û hêviyê li Qada Newrozê bibin û wiha got: “Em Newroza hemû jinên li berxwe didin pîroz dikim. Weke Newroza 2014’an em ê qadan dagirin. Em ê agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pê xistî careke din pê bixin.”