Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê 2021-03-20 13:01:37   STENBOL - Pinar Turk û Ûlaş Bedîr Çelîk ê bi vîna xwe hefsa xwe ya malê bi dawî kirin, ji bo agirê Newrozê vêxin çûn Qada Yenîkapiyê.   Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Pinar Turk û Ûlaş Bedîr ên di hefsa malê de dihatin girtin bi vîna xwe hefsa xwe ya malê bi dawî kirin û ji bo agirê Newrozê vêxin çûn Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê.   Turk 4’ê sibatê di çalakiya Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG) li dar xist de hatibû binçavkirin û bi biryara hefsa malê hatibû berdan. Turk da zanîn ku bi vîna xwe hefsa malê bi dawî kiriye wiha got: “Em weke jin di van rojên ku li partiya me doza girtinê hatiye vekirin û Peymana Stenbolê hatiye fesh kirin de dibêjin nikarin me di malan de hefs bikin. Em li qadan, kolanan, ji bo gelen xwe têkoşîna xwe didomînin. Newroz pîroz be.”   ‘EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Ûlaş Bedîr Çelîk ê bi hinceta tevli çalakiyên li dijî rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê bûbû, di hefsa malê de dihat girtin jî wiha got: “Ji ber tevli berxwedana Bogazîçiyê bûm di hefsa malê de me. Îro bi vîna xwe hefsa malê bi dawî dikim û derbazî qada Newrozê ya Yenîkapiyê dibim. Em bi rihê Newrozê têkoşînê mezin bikin.”