Li Colemêrgê tundiya polîsan 2021-03-20 14:05:11   COLEMÊRG - Polîsan duh bi şev li Colemêrgê li 2 kesan xistin û ew binçav kirin.   Duh bi şev li Colemêrgê dema malbata Aşkan ji mala ku lê mevan bûn rabûn û vegeriyan mala xwe, di navbera wan û polîsan de li ser rûpoşan nîqaş derket. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, ji ber zarokê 14 salî rûpoş neda ber devê xwe polîsan pêşiya wî girtin. Ligel ferdên malbatê diyar kirin ku nêzîkî mala xwe ne jî, polîsan xwest cezayê pere jê re bibire. Li ser vê yekê di navbera malbat û polîsan de nîqaş derket. Piştî demekî gelek polîsên tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Li ser nîqaşa mezin bû, polîsan bi ser mala malbata Aşkan de girtin, li ferdên malê xistin û 2 kes binçav kirin.