Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê 2021-03-20 14:23:06 ÎZMÎR – Li Îzmîrê ku pîrozbahiya Newrozê dest pê kir, gel tevî barana zêde herikî Qada Newrozê ya Gundogdûyê qad tije kir.  Li Îzmîrê, gel diherikin Qada Gundogdûyê ku Newroz lê tê pîrozkirin. Li gel ku hê saeta pîrozkirinê nehatiye jî gelên ku derdora Qada Gundogdûyê têje kirine, di deriyan de dikevin qadê. Jin bi kincên xwe yên herêmî, tilîlî û dûrişmeya “HDP gel e gel li vir e” dikevin qada Newrozê.    Hêzên Demokrasiyê jî bi pankart û daxwazên xwe li qadê cihê xwe girtin. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, bi pankarta “Bi rihê Newrozê ber bi yekitî, têkoşîn û serkeftinê…”, Partiya Kedê (EMP) bi pankarta “Li herêmê ji bo aşitiyê li welat ji bo demokrasiye em bibin yek”, Malên Gel (Halkevleri) bi pankarta “Wê faşizm têk biçe, kesên tên înkarkirin bi ser kevin” û Partiya Azadiya Civakê (TOP) jî bi pankarta “Em zincîrên zilmê bişikînin” vekirin.    Qada ku jinên koçer bi kincên xwe yên herêmî lê ne ji her bawerî, nasname û rêxistinên kes hene. Li gel şertên hewayê jî girseya ku coşa xwe kêm nake, daxwazazên xwe bi awayekî geş tînin ziman.   Girseyên ku bi kortejan tên qada Gundozgdûyê timik dûrişmeyên mîna “HDP gel e, gel li vir e” , “Bijî Newroz” , “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana zindanan”, "Be Sêrok jiyan nabê"  berz dikin.    Pîrozbahî bi muzîk û govendê didome.