Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin 2021-03-20 14:35:49   SÊRT/DERSÎM - Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên Sêrt û Dersîmê ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newroza sibê bang kirin.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dersîmê dê sibê saet di 11.00'an de li Qada Seyît Riza bi şîara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" Newrozê pîroz bikin. Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê li nava esnaf û welatiyan geriya û her kes vexwend pîrozbahiyê. Rêveber û komîteya amadekar belavok belav kirin û diyar kirin ku dê endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê û rêveberên EMEP'ê tev li pîrozbahiyê bibin. Komîteyê li nava esnafan belavok belav kirin û xwest her kes tev li pîrozbahiyê bibin.    Endamê Komîteya Amedekar a Newrozê Îbrahim Kasun, bang li hemû gelê Dersîmê kir û xwest bi coşa Newrozê li Qada Seyît Riza tev li pirozbahiyê bibin û Newroz li her kesî pîroz kir.    Navenda Giştî ya DAD'ê jî daxuyanî da û Newroz li hemû gelan pîroz kir û xwest her kes tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.   LI SÊRTÊ DÊ NEWROZ  LI TAXA AŞTIYÊ PÎROZ BIKIN   Gelê Sêrtê jî dê sibê Newroz li Taxa Aştiyê li Qada Newrozê bê pîroz bikin. Newroz dê saet di 10.00’an de dest pê bike. Dê wekîlên HDP'ê Meral Danış Beştaş û Sidik Taş yên Sêrtê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Dîsa hunermend Hivron û Şerzat dê konserê bidin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Kaysi, bang li hemû gelê Botanê kir û xwest bi ruhê berxwedanê tev li Newrozê bibin.