Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê 2021-03-20 15:00:10 MÊRSÎN - Kesên beşdarî pîrozbahiya Newroza Mêrsînê bûn, pêyamên xwe bi berzkirina dirûşmeyan dan. Welatiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan, xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derketin û ji vekirina girtina doza HDP’ê re jî, bi dirûşmeya “HDP gel e gel li vir e” bersiv dan.   Newroza ku bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” li gelek navêndan tê pîrozkirin, li Mêrsînê jî bû cihê dîmenên bi coş. Beriya pîrozbahiyê li Qada Mîtîngê ya Tirmilê pankartên “Bijî sosyalizm, bijî azadî û wekheviya gelan” û bi 6 zimanan “Newroz pîroz be” hatin daliqandin. Welatiyên ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê hatin ji du noxteyên lêgerînê derbas bûn û wisa ketin qadê.   Hat dîtin ku bi taybetî jinan cilên heremî li xwe kirine. Jinên ku flamayên kesk, sor û zer hilgirtin û li tilîliyan xistin. Peyamên ku hat xwestin li Qada Newrozê bên dayîn xwe bi berzkirina dirûşmeyan nîşan da. Ji hêrsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, welatiyan her tim dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Li dijî vekirina girtina doza HDP’ê jî bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana HDP’ê” bersiv dan. Welatiyan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya 114 roj in berdewam dike jî, derketin.   Di qada ku hatina welatiyan berdewam dike de, kesên li qadê kombûn bi mûzîkê govend gerandin û li benda destpêkirina bernameyê ne.