Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be 2021-03-20 15:15:07 ENQERE - Platforma KHK’iyan a Enqereyê, diyar kir ku piştî rêyên çareseriyê bên girtin mirov dikevin nava lêgerîna derveyî hiqûqê û wiha got: “Divê HDP li Meclîsê be.” Platforma Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De (KHK) a Enqereyê, têkildarî xistina parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP’ê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê platformê Mehmet Şahîn axivî. Şahîn, bi bîr xist ku Gergerlîoglû parazvanê mafê mirovan e û wiha got: “Ew bi xwe jî hevakekî me yê hêjaye ku bi KHK’ê hatiye îxrackirine û hevrêyê me ye. Parlementerê me yê ku bêyî nasnameya mirovan bipirse bi derdê hemû mirovan re mijûl bûye, xwestiye derdan çareser bike û ji wan re bibe alîkar. Gergerlîoglû, di pêvajoya 28’ê Sibatê de jî li dijî neheqî û bêhiqûqiyên li dijî sergirtî û îmam xatibiyan jî heta dawiyê têkoşiya bû. Îro jî li dijî binpêkirinên mafên mirovan bi hemû hêza xwe bi şev û roj dixebite.”   ‘NÛNERÊ GEL’   Şahîn, destnîşan kir ku divê HDP li Meclîsê be û wiha got: “Girtina partiyan ne çareserî ye. Yê ku bi salane vê gotinê dibêje jî ev desthilat e. Demokrasî tê wateya nûnertiya gel. Heke nûner û nûnertiya gel ji holê bê rakirin pirsgirêkên civakî derdikevin. Li Meclîsê rêkên çareseriyê bên girtin wê mirov bikevin nav lêgerîna derveyî hiqûqê. Demokrasî tê wateya muxalefetê, Kaliteya muxalefetê çiqas baş be rewşa welatan jî ewqas baş dibe.”