Gel li dora agirê Newrozê kom bû 2021-03-20 16:11:41   ÎDIR /ÇORÛM – Li Îdirê, gelên li dora agiriyê Newrozê kom bûn, peyama têkoşînê dan. Li Çorûmê jî, gel daxwazên xwe yên aştî û edaletê anîn ziman.    Li Îdirê, bi tevlîbûna gelek kesan Newroz li qada Bîrdariyê ya Şûran hat pîrozkirin. Ji gelên Kurd, Azerî, Terekeme û Tirk welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Îdirê Semra Dogrûyal û Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, di pîrozbahiyê de axaftina silavkirina gelan kirin û bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê dan.    Dûre Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î, Newroza gelên bindest pîroz kir û got: “Em ê li dijî zextên desthilatdariyê paşve gav ne avêjin. Hûnê nekarin pêşiya vê têkoşînê bigirin. Ji ber vê yekê evqas ji me ditirsin. Kesên dijminantiya gelê Kurd dikin, tu carî bi ser nakevin. Desthilatdariya dijmînê gelê Kurde, di heman demê de dijmînê jinane jî. Bi tayînkirina qeyûman hewl dan ku destkeftiyên jinan ji holê rakin. Duh bi  şev jî Peymana Stenbolê fesh kirin. Li dijî jinan darbe kirin. Lê jin wê her tim parastina xwe bikin û vîna xwe derbixin holê.”    Piştî axaftina Taşdemîr, starên ji bo Newrozê hatin gotin.    Habîp Eksîk ê HDP’ê jî, bal kişand ser darbeyên siyasî û polîtîkayên zilmê yên desthilatdariyê û got: “Hûnê nekarin muzîk û xeyalên me asteng bikin. Em yek bi tenê jî bimînin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Piştî firandina kevokan, gotina stranan û gerandina guvendê, pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.    ÇORÛM   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çorûmê jî, li Parka Aşik Mahsûnî Şerîf a navenda bajêr Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de, pankarta “Ji bo aştî, wekhevî, yekitî, azadî û edaletê bijî Newroz” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî yekitiya gelan” hatin berzkirin. Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Berdevkê Demî yê KESK’ê yê Çorûmê Emrah Azapçi, di pîrozbahiyê de axivî û ev peyam da: “Heya ku pirsgirêka gelê Kurd çareser nebe, wê pirsgirêka gelan, cîna karkeran û beşên demokratîk çareser nebin. Newroz bi sedsalane, li dijî zilm û înkarkirinên serdest û desthilatdaran, sembola berxwedanê ye.  Ji bo aştiya herêmê û demokrasiya welat werin em di Newroza sala 2012’an de bibin yek, têkoşîna kar, ked, jiyan, azadî û edaletê mezintir bikin.”    Endamên partiyê piştre agirê Newrozê pêxistin û li dora agir guvend gerandin.