Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin 2021-03-20 16:40:10   ANTALYA - Kemal Bulbul ê HDP’î di Newroza Antalyayê ya bi hezaran kes tevlîbûn de axivî û bal kişand ser doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin. Bulbul, diyar kir ku kes nikare vîna gel bigire.    Newroza Antalyayê li Qada Bajêr a Kepezê bi tevlîbûna bi hezaran hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, hevparên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemaweriyê (KESK) a Antalyayê û bi hezaran welatî beşdar bûn.    Newroz alanı sabahın erken saatlerinden itibaren HDP bayrakları ile süslendi. “HDP halktır kapatılamaz” ve “Genç başladık genç bitireceğiz” pankartlarının asıldığı alan, kırmızı,sarı, yeşil renklerine büründü. Binler, “Bijî serok Apo”, “Direne direne kazanacağız” ve “Jin jîyan azadî” sloganlarıyla Newroz'u kutladı.    Kemal Bulbul, di Newrozê de axivî û da zanîn ku Newroz li dijî zilm û faşîzmê, roja berxwedanê ye. Bulbul, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, tecrîd sûcê mirovahiyê ye.   ‘EM XWEDÎ PÊŞEROJÊ DEKEVIN’   Bulbul, diyar kir ku HDP tevgere gelane û ev peyam da: “Ji bo ku AKP û MHP bi ser rezaleta xwe ya siyasî û aborî bigirin, doza girtinê li me vekirin. Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir, karmendê qesrê ye. Bi vekirina vê dozê li dijî gelan, edalet û azadiyê sûc dikin. HDP vîna gelên Tirkiyeyê ye. Kes nikare vîna gelan bigire. Emê her tim xwedî dîroka xwe, pêşeroja xwe, keda xwe û partiya xwe derkevin.”    Piştî axaftinê, hunermend Serhat Kûral û Nûrcan Degirmenci derketin ser dikê û stran gotin. Girseyê li ber dengê wan guvend gerandin û dirûşme berz kirin.