Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye 2021-03-20 16:55:15   STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû di Newroza Stenbolê de xîtabî sed hezaran kes kir û got: “Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye.”    Bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newroza li Yenîkapiya Stenbolê bû û Newrozê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pîroz kir. Hunermend Erdal Bayrakoglû stranên herêma Behra Reş got û xelk horonê leyîst.    Posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin û li ser vê yekê bi sed hezaran kes dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû axivî û xîtabî bi sed hezaran kes kir. Şenoglû diyar kir ku gel hemûyan mil daye milê hev û vaye li qada Newrozê ye û ew li dijî faşîzmê bi hev re berxwedanê nîşan didin. Şenoglû got ew baxçeyên kulîlkan ên gelan in û got: “Hezar silav li wan kesên vê coşê û îradeyê aniye heta îro. Silav li zarokên agir û Newrozê be.”    ‘SILAV LI ÎMRALIYÊ BE’    Şenoglû destnîşan kir ku jin pêşengiyê ji pîrozbahiyê re kirine û got: “Jin bi reng û xemla xwe li qadan in. Em Arînan û Sakîneyan dibînin. Em afirîneriya gelê kurd ku jîndar kiriye dibînin. Em evîna azadiyê dibînin. Em Mezlûman û zarokên Mezlûman dibînin. Em Hacî Zengîn dibînin. Silav ji kesên dibêjin ‘Berxwedan jiyan e’ re. Silav li Îmraliyê be.”   Girseyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiva gotina Şenoglû da.    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Şenoglû axaftina xwe wiha berdewam kir: “Newroz hêvî ye, ev hêvî jî li Îmraliyê ye. Heke Newroz jiyana bi hev re be, çareseriya vê li Îmraliyê heye. Birêz Ocalan bi salan e li Îmraliyê çareseriya demokratîk tîne ziman. Heke Newroz li Tirkiyê demokrasî be, ji bo kurdan jî aştî ye û çareseriya vê li Îmraliyê ye. Em ê teqez tecrîdê bişkînin. Teqez wê dengê birêz Ocalan bigihîje gelan. Em ê teqez bi ser bikevin.”    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê Beser Çelîk jî axivî û Newroza xelkê pîroz kir.    Pîrozbahî li ber stranên hunermend Veysî Ermîş berdewam kir.