Qada Newrozê li benda gele 2021-03-20 17:22:13   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê ku amadekariyên xwe yên Newrozê bi dawî kir, gel vexwend qada pîrozbahiya Newrozê ya sibe bê lidarxistin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), amadekariyên xwe yên Newrozê yên herêma Botanê bi dawî kirin. Bi tevlîbûna parlementera HDP'ê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bangawazî li gel hat kirin ku sibê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Cizîrê bibin.    Li ser navê rêxistina HDP'ê parlementera HDP'ê ya Êlihê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev bang kir: "Jinên delal, ciwanên birûmet û gelê Cizîra Botan em sibe, li qada Newrozê seat 10.00'an li benda we ne. Werin em bi dengê xwe, rengê xwe û tililîyên xwe Newrozê bi hevre pîroz bikin. Newroz pîroz be."   Piştî bangawaziyê li qada Newrozê jinan bi govend û klamên xwe gel vexwend Newrozê.    Li Cizîrê, sibê wê li qada Newrozê ya li taxa Banêxanê bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, hûnermend Koma Pel, Koma Awazên Botan û Merve Admiş, Newroz bê pîrozkirin.