Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev 2021-03-20 21:05:39   MÛGLA - Gelên ku li navçeya Mîlas a Mûglayê bi daxwaza aştî û azadiyê li hev kom bûn, Cejna Newrozê pîroz kirin.    Li navçeya Mîlas a Mûglayê gelan di bin dorpêça polîsan de li Qada Bazarê ya Akkentê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de pêşî kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî, Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ûgûr Bayrak û tevî gelek partiyên siyasî kedkarên bi KHK'yan hatine îxrackirin jî tevli pîrozbahiyê bûn.    Hevseroka HDP'ê ya Mûglayê fûlya Erdogan, di axaftina xwe de anî ziman ku Newroz edalet, aştî û azadî ye û got: "Newroz, agirê vejîn û hebûna ji nû ve ye û rêça gelan ronî dike. Newroz pîroz be."    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'    Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî diyar kir ku anî ziman ku heya girtiyên siyasî azad nebin dê bitêkoşin. Çepnî, destnîşan kir ku jinan di 8'ê Adarê de qad azad kirine û niha jî bi heman awayî tevli Newrozê dibin, lê belê îqtidara ku ji jinan û têkoşîna wan ditirse Peymana Stenbolê fesix kiriye û bi vî awayî xwestiye jinan ceza bike. Çepnî, anî ziman ku di destê îqtidarê de ji xeynî tahdekirinê tiştek nemaye û got: "Lê em ê tim bibin tirsa wan û em ê li ber xwe bidin. Newroz jî yek ji van qadên berxwedanê ye."   Çepnî bal kişand ser êrîşên li ser HDP'ê tên kirin jî û got: "Ditirsin, împaratoriya wan a rantê birûxe. Kesên niha li ber daxwazên azadiyê yên gelê kurd radibin, notirvanên rantê û qesrê ne. Ji ber ku HDP li dijî vê têdikoşe, êrîşê dibin ser HDP'ê. Ji ber vê dixwazin HDP'ê bigirin, lê em ê serî netewînin. Em ê bi ser bikevin."    TECRÎD Û XESPKIRINA MAFAN    Hevberdevka Giştî ya HDP'ê Ûgûr Bayrak jî silav ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan re şand û destnîşan kir ku dê serî li ber polîtîkayên tecrîdê netewînin. Bayrak, diyar kir ku di şexê Ocalan de hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin û got: "Di pêvajoya aştiyê de mirov aram bûn û bi hev re dijiyan. Mixabin niha Birêz Ocalan ku ji bo aştî û aramiyê roleke mezin lîst tê tecrîdkirin. Ji bo ev tecrîd û binpêkirinên mafan ji holê rabin niha li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine. Em ji vir, silavên xwe dişînin girtiyên bi ruhê Mazlûm Dogan li ber xwe didin."    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û govend hat gerandin. Pîrozbahî bi stranên koma muzîkî Jinawaz û stranên Mehmedê Serhedî bi dawî bû.