Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê 2021-03-20 21:43:13   ŞIRNEX/ AGIRÎ - Li Şirnex û Agiriyê gel agir vêxist û Newrozê pîroz kir.    Li navçeya Cizîr, Silopiya, Hezex û Qilebanê agir hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin.    Li Taxa Cumhûriyet û Taxa Şehîd Harûn ên navçeya Silopiyayê agirê Newrozê hat vêxistin û gel li dor agir govend gerand. Li Taxa Cûdî ya Cizîrê û li gundên Ernabat û Gozikê jî gel agirê Newrozê vêxist.    Her wiha rêvebirên HDP'ê li Taxa Yeniyê ya Hezexê jî tevî gel agirê Newrozê vêxistin. Li Taxa Yeşîlyûva ya Qilebanê jî fîşekên hewayî hatin teqandin û Newroz hat pîrozkirin.    LI AGIRIYÊ PÎROZBAHΠ   Li Taxa Îshak Paşa ya navçeya Bazidê ciwanan lastîk vêxistin û Newroz pîroz kirin. Ciwanan li dor êgir govend gerand û ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Piştî ku ciwan belav bûn, polîs hatin taxê û bi awayekî serobero bombeyên gazê reşandin.