Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê 2021-03-21 10:24:56 WAN - Bi hezaran welatiyên Wanê bi armanca tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û Newrozê pîroz bikin, kom bi kom dimeşin qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê.  Gelê Kurd îsal bi dirûşmeya "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" Newrozê pîroz dikin. Duh li gelek bajarên Tirkiye yên wekî Îzmir, Stenbol, Antalya  û Mêrsînê bi sed hezaran kes daketin qadan û Newroz Pîroz kirin. îsal jî Kurd ji bo li Amed, Êlih, Wan û gelek bajarên din Newrozê pîroz bikin diçin qadên Newrozê. Li Wanê jî gel ji bo Newrozê pîroz bikin di saetên serê sibê de li taxan li hev kom bûn û dimeşin Qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên herêmî kom bi kom bi meş diçin qada pîrozbahiyê. Girseya ku li ber qadê kom bûn, wê ji 2 deriyan têkevin Qada Newrozê. Girse ku li ber deriyê parkê kom bûne li dijî binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu dirûşmeyan berz dikin. Girse bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedanan zindanan", “Zext me bêzar nakin" û “Bijî Gergerlioglu” berz dikin.    Di pîrozbahiya Newrozê de dê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezai Temellî axaftinan bikin. Dîsa hunermend Azad Bedran, Xecê û Komaz Awaz dê konser bidin.