Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin 2021-03-21 11:48:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Wan, Bazîd, Rıha û Edenê, bi mîlyonan kes qad tije kirin û Newrozê pîroz dikin. Ajansa me ji 9 navendan pîrozbahiyên Newrozê zindî dide.   Bi milyonan kes li gelek baran bi boneya 21'ê Adarê Cejna Newrozê, daketin qadan û pîrozbahiyên cur bi cur li dar dixin. Di Newroza ku bi şîara "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" tê pîrozkirin de, tecrîda li Îmraliyê dewam dike, daxwaza azadiya Ocalan, doza girtina HDP'ê, betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû, yekitiya neteweyî, tifaqa demokratîk, operasyonên siyasî û eskerî mora xwe li pîrozbahiyan dan.      Bi milyonan kesên qadên Newrozê yên Amed, Êlih, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Wan, Bazîd, Riha û Edenê tije kirin, bê navber dirûşmeyên "Bijî azadiya Ocalan" û "HDP gele, gel li vire" berz kirin û xwedî derketin.   Ajansa me ya Mezopotamyayê, li 9 navendan, pîrozbahiyên Newrozê zindî dide.