Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2021-03-21 12:28:47 AMED - Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li cihê ku lê hatibû kuştin hat bibîranîn.    Kemal Kurkut ê di sala 2017’an de, li Newroza Amedê li nokteya lêgerîna polîsan a Kolana Evrîm Alataş a Amedê ya nêzî Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, di salvegera qetilkirina xwe ya 4’emîn de, li cihê ku lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Dersim Dag, Garo Paylan, Semra Guzel û gelek kes beşdarî bîr anînê bûn.    ‘ROJÊN TE XEYAL DIKIRIN WÊ BÊN’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar, di bîranînê de axivî û ev payam da: “Berî 4 salan, bedena ciwanekê me li vê derê xistin erdê. Bi coş, kelecan û heskirin hat vê derê, lê gule li bedena wî ya tazî reşandin. Her kesî ev cînayet bi çavên xwe dîtin. Guleya li canê wî reşandin, di heman demê de li aştiyê jî reşandin. Dema canê xwe dan jî, kenê wî geş bû. Kenê wî, jiyana me bû. Bêrîkirina wî bi cih anîn, peywira me ya serekeye. Kesên ew qetil kirin, li ber darazê jî, hesab ji wan nehat xwestin. Em vê bêedaletiyê carek din jê vê derê qîr dikin. Lê tu ji xwe re reh raze, em soz didin ku em ê rojên te xeyal dikirin ava bikin. Ji ber vê em li vê derê ne.”    Sancar û kesên pê re piştî axaftinê, derbasî pîrozahiya li Parka Newrozê bûn.