Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû 2021-03-21 12:47:04   DÎLOK – Li Dîlokê beriya ku bernameya Newrozê dest pê bike, qada Newrozê têje bû û coşeke mezin li qadê heye.    Li Dîlokê pîrozahiya Newrozê li navçeya Şehîtkamîl li qada Otobusên Tûrê tê kirin. Beriya destpêkirina bernameyê qada Newrozê têj bû. Bi hezaran kesên ku li qada Newrozê kom bûne, dûrişmeyên “azadî” , “Bijî berxwedana zindana” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin. Hê jî hatina qadê didome.    Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin û bi kurtî û tirkî pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” hatiye vekirin.  Beşdarên Newrozê ji aliyê polisan ve di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Li gel astengiyên polisan jî kesên bi kincên xwe yên herêmî ketine qadê li ber kilamên ku tên gotin govend digerînin.