Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike 2021-03-21 12:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Serhedê li gelek navendan bi tevlêbûna sed hezaran bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Gelê daketin qadan bi cil û bergên xwe yên rengîn û alên xwe qadên Newrozê rengandin û govenda azadiyê degerînin.    Gelê Serhedê li Wan, Tetwan, Colemêrg, Gever, Bazîd, Agirî û Mûşê bi sed hezaran daketin qadên Newrozê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Gel îsal bi hişyara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" Newrozê pîroz dikin. Girseya herî mezin li Wane kom bûn. Bi sed hezaran girse li tenişta Keleha Wanê kom bûn û Newrozê pîroz dikin. Girseya ku li qadên Newrozê govendê digerînin bê navber dirûşmeya ""Bijî Serok Apo" berz dikin.    WAN    Bi sed hezaran gelê Wanê li Parka Newrozê ya tenişta  Keleha Wanê kom bûn û Newrozê pîroz dikin. Bi sed hezaran girseya ku li qada Newrozê kom bû, bi yek dengî dirûşma  "Bijî Serok Apo" berz dikin. Herikîna Qada Newrozê didome. Pîrozbahiya Newrozê bi muzîk û axaftina siyasetmedaran didome.    TETWAN    Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî gel ji serê sibê ve hatin li qada Bajar a Newrozê kom bûn û Newrozê pîroz dikin. Welatî pişti di nokteyên kontrolê re derbas bûn ketin qada pîrozbahiyê. Li qadê muzîk ji ber vîrûsê qedexe kirin. Lê gel li dora def û zurneyan govend gerand. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn tev li pîrozbahiyê bûn reng dan qadê. Pîrozbahî didome.    COLEMÊRG    Li Colemêrge pîrozbahiya Newrozê bi tevlêbûna deh hezaran didome. Newroz li Qada Otogarê ya ketina bajar tê pîrozkirin. Bi hezaran welatiyên ji gund û navçeyên derdorê hatin Colemêrgê bi cil û bergên rengîn daketin qada Newrozê. Gel bi cilên rengîn û alên HDP'ê qada Newrozê rengandin. Girsê li qada Newrozê pankartên “Li dijî zulmê em bibin yek û piştevaniyê xurt bikin", “Ciwan xwe bi rêxistin dikin, aşti bi ser dikeve" vekirin. Girsê dîsa  dowîzên “Newroz jiyan e”, “Newroz yekîtî ye” û “Newroz pîroz be” hildan. Pîrozbahî dê bi rêzgirtin û pêxistina agir dest pê bike. Piştre dê Koma Çiya û hunermend Murat Demir konser bidin. Herikîna qada Newrozê didome.    GEVER   Li navçeya Geverê jî bi hezaran kes li Stata bajar a  Nû kom bûn. Girse ji 3 deriyan dikevin qadê û piranî ji ciwanan pêk tê. Li qadê alên HDP'ê bilind dibin û coş zêde dibe. Parlamenterên HDP'ê dê di pîrozbahiyê de bi axivin. Dîsa koma Golgedekiler û Rêzan Şirvan dê konserê bidin.    BAZÎD    Li navçeya Bazîde ya Agiriyê jî girse li qada tenişta Şaredariyê kom bûn. Bi hezaran kesên ji gund û navçeyên derdorê hatin li qadê kom bûn û Newrozê pîroz dikin. Girsê pankartên der barê Newrozê de vekirin û bi cilên xwe yên rengin qada Newrozê neqişandin. Herikîna qada Newrozê didome. Di pîrozbahiyê de dê parlamenterê HDP'ê axaftinê bike û hunermend dê konserê bidin.    MÛŞ-AGIRΠ   Li Mûş û Agiriyê jî bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin diherikin qadên Newrozê. Girseya ku diçin qadan piştî nokteyên lêgerînê derbasî qadê dibin.