Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin 2021-03-21 13:32:08 ŞIRNEX - Bi dehezaran cizîriyên herikên qada Newrozê, barîkatên polîsan hilweşadin û ketin qadê.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi dehezaran kesên di saetên serê sibê de bi kincên xwe yên neteweyî herikîn qada Newrozê, li ber stranan guvendê digerînin. Bi dehezaran kesên ji bo bikevin qada Newrozê, li nokteyên kontrolê ji bo koda HES’ê hatin rawestandin. Her saeta derbas dibe qerebalix zêdetir dibe. Girseya ku kom bûye, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel li vire”, “Bijî berxwedana zindanan” û “HDP gele, gel li vire” berz dikin.   Polîsên ku welatiyên li noktayên kontrolê xistin nava zoriyê, bi ser bi dehezaran kesên li qada Newrozê kom bibûn de bombeyên gazê avêtin. Welatiyan li ser vê yekê, barîketa polîsan hilweşandin û ketin qada Newrozê.   Ligel hemû zext û astengiyan jî li qadê Newroz bi coş tê pîrozkirin.