Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir 2021-03-21 13:46:11   STENBOL – Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji Îranê heta Asya Navîn, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê cejna Newrozê ya herkesi pîroz kir.    Serpokê Amerîkayê Joe Bîden, têkildarî Newrozê ku weke mizigîna biharê tê qebûlkirin daxuyanî da. Biden, ji Îranê heta Asya Navîn, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê cejna Newrozê ya herkesi pîroz kir û ev tişt gotin: “Ji ber Kovîd-19’ê hemû mirovahî di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Pîrozbahî li qadên sanal tên kirin. Di vê di bîra me de be ku piştî hemû êş û windabûnên me rojên xweş li benda me ne. Ji bo pêşerojeke bi feraset, aram û aştiyê divê em bi hev re bixebitin.”    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî bi peyameke nivîskî Newrozê pîroz kir.