Agirê Newrozê li Egeyê belav bû 2021-03-21 16:08:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên li Aydin, Manîsa û Denîzliyê, li dora agirê Newrozê ya bilind bû civiyan, bi berzkirina dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” xwedî HDP’ê derketin.   Îsal, li bajarên Egeyê Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li bajarên Aydin, Denîzlî û Manîsayê de, li dijî vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglû û binçavkirin wî, bertekên mezin hebûn. Bi hezaran kesên li dora agirê Newrozê ya bilind bû civiyan, bi berzkirina dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” xwedî HDP’ê derketin.   Li qadan hem peyamanên xwedî derketina HDP’ê hatin dayîn û hem jî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek hebûn. Li her sê bajarên ku Newroz bi coş hat pirozkirin, bi hezaran kes piştî axaftinan guven gerandin, dirûşme berz kirin û cejna xwe pîroz kirin.