Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma 2021-03-21 16:29:23   COLEMÊRG - Qada Newrozê ji bo bihezaran colemêrgiyên tevlî pîrozbahiyê bûn, teng ma.    Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Colemêrgê bi tevlîbûna bi hezaran kes hat lidarxistin bi dawîbû. Gelek kes ji gund û navçeyên derdora bajêr jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên bi kincên xwe yên neteweyî yên renga reng beşdarî Newrozê bûn, mora xwe li pîrozbahiyan xistin. Di pîrozbahiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP gele, gel li vire”, “Jin jiyan azadî” û “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Di Newrozê de, deqeyek rêzgirtin hat  girtin û dayikên aştiyê agirê Newrozê pîroz kirin.   Di pîrozbahiyê de, peyama Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan hat xwedin. Dûre Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş  axivîn. Di peyam û axaftinên hatin kirin, tecrîda li Îmraliyê hat şermezar kirin, xwedî HDP’ê hat derketin û hêviyên rojên azad û aştiyane hatin kirin.    Piştre Koma Çiya û hunermend Mûrat Demîr derketin ser dikê û bi stranên xwe coşandin. Piştî gerandina guvendê jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.