Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e 2021-03-21 16:46:42   DÎLOK - Li Dîlokê bi hezaran kes beşdarî Newrozê bûn û peyama “Tecrîdê rakin, dest nedin HDP'ê' berz kirin. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay beşdarî pîrozbahiyê bû û got: "Ocalan navnîşana aştî û azadiyê ye."    Gelê Dîlokê li qada nêzî Otobusên Tûran a Navçeya Şehitkamîlê Newroz pîroz kir. Girse di saetên serê sibê de li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Piştî bernameya Newrozê dest pê kir qad tijî bû. Berdevka HDP'ê û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay, wekilê Dîlokê Mahmut Togrul, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî tev li pîrozbahiyê bûn. Girsê qad bi alên HDP'ê xemiladin û Pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi serbikevin" vekirin. Bi hezaran kesên daketin qadê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana", "Zext nikare me têk bibe " û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Jinan bi cilên xwe yên teweyî qad xemilandin. Girsê li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.    Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê êrîşên li dijî gelê Kurd berdewam dike û wiha got: "Hemû çavkaniyên Tirkiye li şer xerç dike. Şer xizanî, kuştin û nijadperestî ye. Di peymana Stenbolê de ji şaşiyek kirin. Hesab nekirin ku dê gotina dawî jin bêjin. Em jin dê li her derê piştevaniyê xurt bikin. Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin. Em serî natewînin."    'TECRÎD ISRARA MIRINÊ YE'    Gunay, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji rawestiya û wiha got: "Li girtîgehan bi hezaran hevalên me li diji tecrîdê di grevê de ne. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em hezar silavî ji wan re dişînin. Tecrîd israra mirinê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê em di aştiyê de israr bikin. Em ê azadi û edaletê bînin vî welatî. Faşîzma AKP'e kûr dike. Ji ber ku dizanin Ocalan navnîşana aştî û azadiyê ye. Hezar silav ji wî re."    Gunay, zextên li ser HDP'ê jî rexne kir û got: "HDP milyon in. Azadî ye. Tu kes nikare HDP'ê bigire.    Piştre pîrozbahî bi straên Metin Kemal Kahraman bi dawî bû.