Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin 2021-03-21 17:06:14   AGIRÎ – Sirri Sakik di Newroza Agiriyê ku bi beşdariya hezaran hat pîrozkirin de diyar kir ku MHP neyartiya gel dike û banga girtina wê kir.    Pîrozbahiya Newrozê ku li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesî li Stadyûma bajar pêk hat, bi dawî bû. Li qada Newrozê pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hat daleqandin û timik dûrişmeyên mîna “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana me ya zindanan” , “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Girseya li qadê deqe bi deqe mezin bû û ji bajarên derdorê jî gelek kes tevlî Newrozê bûn. Coşa girseyê bi hatina Hevşaredarê berê yê bajar siyasetmedar Sirri Sakik re derket asta herî jor.    ‘ME MILYON IN’   Pîrozbahiyê bi axaftina Hevserokê HDP’ê yê Bajar Cemal Akar dest pê kir. Akar, diyar kir ku Newroz mizginiya germbûn, berxwedan, aştî, biratî û wekheviyê ye. Piştî Akar Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û Newroza gelê Agiriyê pîroz kir. Taşdemîr, bertek nîşanî doznameya ku derbarê girtina partiya wan de hatiye amedekirin da û diyar kir ku 6 sal in ji bo girtina partiya wan helwdan hene û wan di paş de gav neavêtiye û wiha got: “We di 94’an de DEP’ê û bi dehan siyasetmedar girtin.  Lê çibû Sirri Sakik ku wê demê li zindanan bû niha li vir e û di dilê agiriyan de ye. Hûn  qedexê bînin çî ye? Em bi milyonan e.”   ‘GIRTINA PARTIYÊ NE ÇARE YE’   Piştî Taşdemîr Sirri Sakik axivî. Sakik, salên xwe yên şaredariyê yên li Agirê bi bîr xist û ku diyar kir ku weke çavê xwe li Agiriyê nêriye lê  6 sal ceza lê birîne û wiha got: “Em diziya şaredariyên AKP’ê û qeyûman baş dizanin. Em ji cezayan natirsin. Em dizanin ku zindan çi ne. Lê serî qet ji neheqiyê re danaynin. Girtina partiyê ne çare ye. Heke ev çare bûna îro HDP nedibû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê. Bila sibê hilbijartin bibe heke HDP li Agiriyê her çar parlamenteran jî negire ez ê dev ji siyasetê berdim. Hevparê biçûk ê desthilatê ku bûye belaya serê welat û tilî ji herkesî re dihejîne. We qet Bahçelî li cihekî dîtiye? Na. Lewre dostên wî tunene. Li Enqerê rûndinê û neyartiya gel dike û herkesî dike xayîn. Di rastiyê de divê Dadgeha Bilind li dijî MHP’ê doza girtinê veke û wê bigire.”   Piştî axaftinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Sirri Sakik agirê Newrozê pêxistin. Bi govend gernadina welatiyan a dora agir re bernameya Newrozê li Agiriyê bi dawî bû.