Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir 2021-03-21 18:20:02   BURSA - Bi hezaran kesên li Bûrsa kom bûn bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Encu, bertek nîşanî daxwaza girtina HDP'ê da û got: "Tu kes nikare xwe li ber hêza têkoşîna gelê Kurd bigire."    Gelê Kurd îsal Newroz li 60 navendan bi şîyara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin Bi Ser Bikevin" pîroz kir. Yek ji van navendan Bûrsa bû. Gelê Bûrsayê jî bi heman şîyarê li Qada Bazarê ya Arabayatagi ya Navçeya Yildirimê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz pîroz kir. Gel alên HDP'ê û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî berdewam bikin" vekirin. Qad bi alên HDP'ê xemilandin Girseya ku li qadê kom bûn govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo ” berz kirin. Girsê li qada pîrozbahiyê bertek nîşanî daxwaza girtina HDP'ê da û bi dirûşmeyan li HDP'ê xwedî derketin.    Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pêkir. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdkirinê û wiha got: "Silav ji kesên berxwedêr re. Îqtîdar ji bo ser qeyrana aobrî û siyasî bigire dixwaze HDP'ê bigire. Wisa difikirin ku HDP’ê bigirin. Lê HDP ne partiya tabelayê ye.    'HEMÛ GELÊ KURD LI SER PIYAN E'    Endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Encu jî li dijî êrîşên li ser HDP'ê bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelê Kurd wekî Kawayê Hesinkar îro jî li ser piyan e û li dijî zilmê têdikoşe. Îro hemû gelê Kurdistanê li ser piyan e. Ez bejna xwe li ber têkoşîna gelê Kurd ditewînim. Tu kez nikare tekoşîna gelê Kurd asteng bike."  Mîtîng û pîrozbahî bi konserê bi dawî bû.