Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan 2021-03-21 18:29:57   ŞIRNEX - Li gundê Yekmal ê navçeya Qilebanê 2 zarokên ku dema dilîstin pêl mayinê kirin, jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Yekmal ê navçeya Qileban a Şirnexê 2 zarokên navên wan nehatin hînbûn û temenê wan 14-15 salî gava li pişt qereqolê dilîstin pêl mayinê kirin. Her du zarok jiyana xwe ji dest dan. Leşkeran zarokên pêl mayinê kirin bi helîkopterên rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.