Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan 2021-03-21 22:16:47   AMED - Di Newroza Amedê de nêzî 100 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 35 kes jê hatin berdan.    Di dema pîrozbahiya Newroza Amedê de bi hinceta flamayên kesk û sor û zer hilgirtine û tîşortên alaya Kurdistanê li ser li xwe kirine û dirûşmeyên derqanûnî berz kirine nêzî 100 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê û  Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Di dema binçavkirinê de polîsan li gelek kesan xist û hat diyarkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de V.Ş.'yê 11 salî û M.Ş.'yê 12 salî jî hene. Welatiyê bi navê Ahmet Altûn jî bi hinceta ku li ser tîşortê wî "Kurdistan" nivîsiye hatiye binçavirin. Her wiha di dema binçavkirinê de welatiyekî astengdar jî hat derbkirin.    Ji kesên hatine binçavkirin 35 kes jê hatine berdan.