Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan 2021-03-22 10:46:34   ENQERE – Malbata Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu ya ku nexweş e û di bin çavan de ye, ji bo bê berdan rapora tenduristiyê dan dozger. Lê dozger rapor red kir.    Berdevka Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu, li gel 11 kesan hat binçavkirin û hêj di bin çavan de ye. Bayramoglu di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê de hatibû binçavkirin û tevî nexweşiya xwe di bin çavan de tê girtin. Malbata Zeyno Bayramoglu ji bo bê berdan rapora nexweşiya Zeyno Bayramoglu, pêşkêşî serdozgeriyê kir. Malbatê anî ziman ku ji ber nexweşiya xwe Bayramoglu, nikare di bin çavan de bê girtin û xwest bê berdan. Malbatê bi rêya parêzeran rapor pêşkêşî dozger kir. Lê dozger rapor û daxwaza malbatê red kir. Malbat dê îro bi rêya parezeran raporek din peşkêşî serdozgeriyê bikin.    Bayramoglu, di sala 2016'an de di çalakiya Cerrattepe ya Artvîne piştî êrîşa polîsan ji cihekî 8 metre bilind ketibû xwarê û piyê wê şikestibûn.    Xwişka Zeyno û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Çankaya Aslı Bayramoglu, anî ziman ku xwişka wê ji 8 metre bilindahiyê ketiye xwar û wiha got: "Xwişka min li ber deriyê beşa "Lezgîn(Acîl) ya Nexweşxaneya Dewletê ket xwar. Lê ji ber mudaxaleya polîsan a zêde Zeyno pişti saetek şûnde gihandin beşa Lezgîn. Xwişka  min bi salan tedawî bû û 6 emeliyat derbas kirin. Em naxwazin ev bûyer dubare bibin. Niha Zeyno nikare bimeşe. Divê Zeyno dîsa fêrî meşê bibe. Niha tenê dikare pêlavê bi bot têxe piyên xwe. Dema binçavkirin em ji bo wê nîv saetê li pêlavê geriyan. Nikare her pêlavê têxe piyên xwe. Niha li cihekî çawa tê girtin? Pêpelok hene ya na? Dîsa klozet heye ya na? Hebûna vana pir girîng e ji bo Zeyno."    Asli Bayramoglu, bibîrxist ku pêwiste xwişka wê ji 6 mehan carekê derzî bibe û wiha got: "Piştî emeliyatê divê dîsa ji 6 mehan carekê emeliyat bibe. Piştî derziyê 4-5 rojan êşa wê pir zêde ye. Divê piştî derziyê çend rojan razê û bêhna xwe bide. Beriya bê binçavkirin derzî lê xistibûn. Niha hewa Enqereyê pir xerab e. Rojekê berf dibare, rojekê baran dibare. Nû derzî bû û êşa wê zêde ye. Niha ji bo Zeyno binçavkirin pir zor û zahmet e."    BILA BI LEZ SERBEST BERDIN   Asli Bayramoglu, da zanîn ku bi reya parêzeran rapor dan dozger, lê bêyî dozger li raporan binere red kir. Eger daxwaznameyek tê dayîn sedemek wê heye. Dîsa li gel Zeyno Betul Koca jî nexweş e. Betul sala par vê demê emeliyat bûbû. Niha divê Betul bi rêk û pêk îlacan bixwe. Dermankirina wê didome. Dîsa Serokê Bajar ê Enqereyê Huseyin Gever jî di heman rewşê de ye. Parêzer dê dîsa raporê bidin dozger. Em binerin vê carê dê dozger daxwaznameya me cîddî bigire ya na. Divê zeyno bi lez bê berda."