Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin 2021-03-22 11:48:46   WAN - Welatiyên ku qada Newrozê tejî kirin, diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîd û yekitiya netewî li qadê ne û wiha gotin: “Em zilm, tecrîd û zextê naxwazin, azadiyê û yekitiyê dixwazin.”   Keleha Wanê, duh bû şahidê ji yek pîrozbahiya Newrozê ya herî bihişmet a salên dawî. Bi sed hezaran kes tevlî Newroz ku bi dirûşmeya “Em agirê Newrozê li ber xwe bidin, ser bi kevin” hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiyên ku coşa wê zêde de mijarên sereke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, yekitiya netewî, ji Peymana Stenbolê paşvekişandin, vekirina doza girtina HDP’ê û xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû bûn. Welatiyên ku qad dagirtin hem derbarê pîrozbahiyê de hem jî têkildarî daxwazên xwe axivîn.   PEYAMA JI QADÊ HAT DAYÎN   Heme Hamûk a bi polara xwe ya bi kesk û sor û zer beşdarî Newrozê bû, xwest ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin. Mamûk, bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê da û wiha got: “Sed caran bigirin em ê sed caran vekin. Çi bikin bila bikin nikarin vî gelî bisekinînin.”   Suleyha Demîr, a jê yek jinên ku bertek nîşanî vekirina girtina doza HDP’ê da jî diyar kir ku tehamulî destkeftiyên kurdan nayê kirin û wiha got: “Mirin, binçavkirin, girtin… Çi bibe bila bibe kurd hene. Me îro li vir ev peyam da.”   DESTNÎŞANKIRINA YEKITIYÊ   Sadiye Dûman jî bang kir ku serkeftin, azadî û aştiyê dixwazin û destnîşan kir ku ji bo kurd destkeftiyên xwe biparêzin û serbikevin pêdivî bi pêkanîna yekitiya netewî heye. Dûman, gotina helbestvanê kurd Seydayê Cegerxwîn a “Heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek” bi bîr xist û wiha got: “Kurd bibin yek wê tecrîd jî rabe, Mirin jî çênabin hêsirên çavan jî na herikin wê aştî çêbibe.”   Mûstafa Gonen jî bertek nîşanî girtina HDP’ê da û wiha axivî: “Bila hikumet bizane ku HDP’ê ji avahiyekê pêk nayê. HDP’e gel e, HDP milyon in. Gelek caran partiye bigirin jî nagihin qet nagihin armanca xwe. Em ê serbikevin. Newroz pîroz be.”   JI ÎDEAYAN RE BERTEK   Şevket Abûkan jî qala îdîayên derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan de avêtine holê kir û destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Abûkan, xwest tecrîda ser Ocalan bi dawî bibe û wiha axivî: “Divê em bibin yek. Serok Apo ne tenê kesek e. Gel hemû ye. Çar parçeyên Kurdistanê li pişta wî ne. Cihê Ocalan yê li rex gelê kurd gelek taybet e. Divê demekî herî nêzîk de ev tecrîd were şikandin.”   Selîm Ozkan, bal kişand ku zextên ser gelê kurd zêde dibin û wiha got: “Tişta ku me bibe serkeftin û azadiyê yekitî ye. Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Divê hemû gelê kurd xwedî li vê derkeve. Dixwazin HDP’ê bigirin û ji siyasetmedarên kurd re qedexeyê bînin. AKP û hevkarê wê dizanin ku gelê kurd û HDP’ê wê di hilbijartina nû de bi wan bide winda kirin. Ji ber wê dixwazin HDP’ê bigirin. Beriya niha jî partî hatin girtin û her carê jî gelê kurd bi hêztir û bi zêdetir dengan rabû ser piya. Divê gelê kurd li dijî van rewşan demildest yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”   BERSIVA GEL   Huseyîn Akdag jî da zanîn ku li gel hemû zextan qad dagirtine û wiha axivî: “Sedemê dagirtina qadan xwestina vî gelî ya yekitiya netewî ye. Ev mirovên ev der dagirtine zilm, zext û tecrîdê naxwazin. Azadî û yekitiyê dixwazin. Bila ev yekitî ji gelê kurd re aştî û azadiyê bîne.”   Reşît Gul jî ev tişt got: “Em dixwazin di serî de Apo hemû girtî bigihin azadiya xwe. Riya azadiyê jî di hewldana gelê kurd re derbas dibe.”   Halît Orak ê bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê da jî wiha axivî: “Qiyamet jî rabe HDP’ê nikare were girtin. Evqas mirov ji bo çi van qadan dagirin. Em ji bo serkeftinê hatine. Dikarin evqas mirovan bikujin?”   ‘WÊ ZILM BI DAWÎ BIBE’   Kerem Işik ê destnîşan kir ku Newroz “serhildane” jî ev tiş got: “Ji bo ku em vê zilmê biqedînin me ev qad dagirtin. Em weke gelê kurd her tim mirovatî parast û li dijî şer sekinin. Lê yên li hemberî me carekê be jî mirovatî ne parast. Her tim kuştin û xiyanet xwestin. Destûr nedan ku parlementerê me nimêjê bike û binçavkirin. Dê çi bi milyonan mirovan bikin? Gelo dikarin pê re serî derxin? Dema em 6 mîlyon bûn bûn 15 milyon. Em ê vê carê zêdetir parlementeran derxînin?”