Ata û Sak li cem hev hatin veşartin 2021-03-22 12:14:34   ŞIRNEX- Zarokên bi navê Yûsûf Atay û Caner Sak  gava sewalên  xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn, li cem hev hatin veşartin.    Li mezreya Yekmal a navçeya Qilebanê ya Şirnexê zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî duh dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ata û Sak ji bo rapora otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiya wan bi dawî bû malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin û bi tevlîbûna bi dehan welatiyan,  Ata û Sak li mezraya Yekmal li cem hev veşartin.