Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê 2021-03-22 13:01:44   AMED – Kesên ku herikîn qada Newrozê ya Amedê ku daxwaza azadiya Ocalan mohra lê xist, bang kirin ku ev daxwaz di 4’ê Nîsanê de veguheze Amarayê.    Li Amedê, Newroza 2021’an ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin, mîna her sal careke din bin coşeke mezin derbas bû. Daxwaza bingehîn a qada Newrozê ku bi sed hezaran dagirtibû, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Angaştên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de li qada Newrozê veguherî hêrseke mezin û li gel qedexe û astengiyan jî posterên Ocalan hatin vekirin û tevahiya pîrozbahiyê timik timik dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Amediyan got ku wan li dijî tecrîdê qadan têje kirine.    TECRÎD KUREWÎ YE   Zinar Arat li qada Newrozê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke kurewî ye û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya kurdistaniyan û dinyayê tê pêkanîn. Ev pergala tecrîdê bi xwe re zilm û zextê tîne. Heke tecrîd rabe dê rewşeke demokratîk ava bibe. Me di Şoreşa Rojava de vê dîtin. “   ‘DIVÊ DAXWAZA VEGUHEZE AMARA’   Mikaîl Taner jî destnîşan kir ku wê li dijî tecrîdê li qadan bin û ev tişt anîn ziman: “Heta ku hevdîtin pêk bên em ê li ber xwe bidin. Sedema bingehîn a hatine me ya li vir rakirina tecrîdê ye. Armanca politikaya tecrîdê tunekirina kurdan û bê nasnamehiştina wan e. Divê daxwaza me ya rakirina tecrîdê di 4’ê Nîsanê de veguheze Amarayê.”   ‘EM Ê BI CIWANÎ BI SER KEVIN’   Firat Ûzûnca jî bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e û têkildarî tecrîdê ev tişt gotin: “Liv ir gelek heye. Em vê qadê ji bo aştiyê têje dikin. Tenê ne li Tirkiyeyê, heke aştî bê Rojhilata Navîn divê tecrîd rabe. Bi politikaya tecrîdê azadiya kurdan hedef tê girtin. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin. Bi hatina biharê re bi germa agirê Newrozê re em ê di 4’ê Nisanê de li qadan bin.”   DIVÊ DAXWAZ BI CIH BÊN   Nedîm Aslan, bertek nîşanî pêk nehatine hevdîtinên bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re da û bi van gotinan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin: “Rayedar û saziyên rayedar ên dewletê divê daxwazên girtiyên bi cih bînin û recrîd rabe. Kesê ku aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê bîne Rojhilata Navîn Ocalan e.”   BÊDENGIYA BERIYA BAHOZÊ   Yasîn Karaman jî anî ziman ku pergala tecrîdê binpêkirineke mafê mirovan e û bi bîristina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan kir ku divê hevdîtin bên kirin. Karaman, têkildarî mijarê ev tişt got: “Armanca tecrîdê têkbirina gelê kurd. Ji ber zextan gel bêdeng e. Lê ev bêdengiya beriya bahozê ye.”