Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir 2021-03-22 13:16:38   STENBOL - Xwendekarên Bogazîçiyê ji bo 6 hevalên xwe yên di berxwedana Bogazîçiyê de hatibûn girtin, dest bi boykota 6 rojan kirin.   Bertekên li dijî girtina 6 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dewam dikin. Xwendekarên zanîngehê bi gotina “Ger hevalên me tinebin, em jî tine ne” îro dest bi boykota 6 rojan kirin. Xwendekar îro tevlî dersên onlîne yên zanîngehê bûn û gotin, “Mamoste em nakevin derse” û girtina hevalên xwe şermezar kirin.   Xwendkarên ji bo 6 hevalên xwe yên girtî wê heya 6 rojan di boykotê de bin, wê di saetên pêş de li Qada Kampusê ya Başûr a zanîngehê kom bibin, bi gotina stran û forûman dest bi “Mîhrîcana berxwedanê” bikin.