Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin 2021-03-22 14:19:20   ENQERE - Ji bo parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîgolû yê wekîltiya wî hat xistin, agahdarnameya “teslîm bibe” şandin.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, di rojên derbasbûyî de, ji ber 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû bîrin, di Lijneya Giştî ya Meclîsê de, wekîltiya wî hat xistin. Ji bo Gergerlîoglû, di nava 10 rojan de teslîm bibe, agahdarname hat şandin.   Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, ji Gergerlîoglû re agahdarname şand û xwest di nava 10 rojan de teslîmî Serdozgeriya Komarê bibe, nexwe ew ê biryara girtinê bide.