Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin 2021-03-22 15:14:31   AMED -  Derbarê Newroza Amedê de, bi hinceta “propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku 13 kesên di pîrozbahiyên duh de hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan tên girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta “propagandeya rêxistinê kirin” derbarê dirûşmeyên hatin berzkirin, poster û alên di Newroza li Amedê hatin vekirin de, dest bi lêpirsînê kir.    GELEK KES HATIN DERPKIRIN   Di nava rojê de, polîsan li bendên kontrolê yên diketin aliyê Zemrût Kent, Yenîhal û Rezan ên Parka Newrozê, kes binçav kirin. Di heman demê de, ciwanan piştî mîtîngê ji bo ku balê bikêşin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê dest bi meşê krin. Lê polîsan gelek kes derp kirin û binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarokên 11 salî V.Ş. û 12 salî M.Ş. jî hebûn. Li bendên kontrolê yên polîsa welatiyê bi navê Ahmet Altun ê tîşortê ala Kurdistanê li ser bû, li xwe kiribû û welatiyeke berasteng bi lêdanê binçav kirin.    13  KES DIBIN ÇAVAN DE NE   Ji kesên di tevahiya rojê de hatin binçavkirin 35 jê di saetên êvarî de hatin berndan û 52 kes jî di saetên şevê de serbest hatin berdan. Hat destnîşan kirin ku 13 kes hîna jî li Miduriyetta Polîsan a Amedê tên girtin.