Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin 2021-03-22 15:48:35   STENBOL - Xwendekarên Bogazîçiyê ku ji bo 6 xwendekarên di protestoyên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû de hatibûn girtin, dest bi “Mîhrîcana Berxwedanê” ya 6 rojan kirin, peyama “Nikarin berxwedana xwendekaran a mafdar bisekinînin” da.   Xwendekarên Bogazîçiyê ku ji bo 6 xwendekarên di protestoyên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû de hatibûn girtin, ji bo 6 rojan “Mîhrîcana Berxwedanê” dan destpêkirin. Xwendekarên ku bi gotina “Hevalên me tune bin em jî tune ne” li Qada Kampusa Başûr hatin gel hev, bi navên xwendekarên girtî û bi nivîsa “Roja berxwedanê ya 78’emîn” konê berxwedanê vedan.   Xwendekarên ku li pêş çadirê dirûşmên “Bijî piştevaniya xwendekaran” berz kirin, bi stran û gerandina govendê qeyûm Bûlû vexwendin îstîfayê. Xwendekarên ku strana wan bi xwe çêkirin a “Nikarin me bêdeng bikin” gotin, her tim dirûşmeya “Nikarin berxwedana xwendekaran a mafdar bisekinînin” berz kirin.