Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir 2021-03-22 16:08:37   OSMANIYE – Li Osmaniyeyê, li gel astengiyên polisan jî jinên ku govenda Newrozê girtin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.    Li Osmaniyeyê, li gel ku walîtiyê serlêdana ji bo Newroza ku wê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” bihatina pîrozjkirin qebûl kiribû jî îro beriya ku pîrozbahî dest pê bike qedexe kir. Polisên ku beriya destpêkirina bernameyên hatin qada Newrozê û diyar kirin ku pankartên ku pêşkêşî walîtiyê hatine kirine hatine qedexe kirin û dê destûr nedin pîrozbahiyê. Her wiha bi hinceta bergiriyên vîrûsa koronayê cezayê pere li gelek kesan birîn.    Lê gelê ku di pîrozbahiya Newrozê de bi israr bû, ji vir derbasî ber avahiya Rêxistina Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê bû û li ber erbaneya dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Jinên ku ketin govenda Newrozê, diyar kirin ku wê qedexe nikaribin wan bidine sekinandin û ev peyam dan: “Li gel hemû zext û astengiyan jî em têkoşîna xwe bidomînin.”