Derbarê Sancar de lêpirsîn 2021-03-22 18:48:09   AMED – Derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn ji ber axaftina Sancar a di Newrozê de hatiye destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku lêpirsîn ji ber axaftina Sancar a di Newroza Amedê de hatiye destpêkirin.