117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-22 21:55:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 22 hezar û 216 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 117 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 22 hezar û 216 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 30 hezar û 178 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 35 hezar û 338.