ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê 2021-03-23 09:00:04 * Muzîkjenên enqereyî diyar kirin ku di dema pandemiyê de gelek hevalên wan xwe kuştine û bang li hevpîşeyên xwe kirin û gotin: "Ji dêvla ku em xwe bikujin, em vê pergala kapîtalîst bikujin." * Li navçeya Keçîorenê Şukru Ûzgûn û hevjîna xwe 46 sal in bi hev re pêlavan temîr dikin. Ûzgûn vê rewşa han wekî "piştevanî, dîsîplîn û evînê" pênase dike.   * Jinên antalyayî êrîşên li ser Peymana Stenbolê û biryara fesixkirina wê wekî "îqtidar ji jinan ditirse" nirxandin û gotin: "Em ê dakevin qadan xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin."    * Parlementera Sinn Féin Michelle Gildernew, bang li raya navneteweyî kir ku li dijî biryara derbarê girtina HDP'ê de serî rake û bêdengiya Unite the Union, Britanya û YE'yê jî rexne kir.    * Li Huseyîn Gor ê ku bi tawanbariya "heqaret" li Serokê Ragihandinê yê Serokomartiyê Fahrettîn Altûn kiriye tê darizandin, bêdanişîn 8 meh û 25 roj ceza hat birîn. Parêzer Mehtap Sert got: "Dadgehên xwe ava kirine û bi xwe mirovan didarizînin."    * HDP, CHP û ÎYÎ Partî komcivînên xwe pêk bînin. (09.45-13.30)   * Wê ÎHD têkildarî binçavkirina hevserokê xwe yê giştî Oztûrk Turkdogan civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Wê yekemîn danişîna xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatibûn girtin li 11'emîn Dadgeha Cezaya Girana Edeneyê bê dîtin. (10.00-18.00)    * Wê 6'emîn danişîna doza têkildarî kuştina Qaymeqaê Dêrikê Mûmmed Safîturk li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê bê dîtin. (11.00)   * Wê 7'emîn danişîna doza Dozgîn Temo ku li bajarê Grê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê SMO'yê ve hatibû desteserkirin û piştre li Tirkiyeyê hatibû girtin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)   * Wê li Stenbol û Enqerê têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (12.30-18.00)