46 sal in bê navber pêlavan çêdike 2021-03-23 09:08:39 ENQERE - Li navçeya Keçîorenê Şukru Ûzgûn û hevjîna xwe 46 sal in bi hev re pêlavan temîr dikin. Ûzgûn vê rewşa han wekî "piştevanî, dîsîplîn û evînê" pênase dike.   Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Şukru Ûzgûnê 71 salî, 46 sal in pêlavan tamîr dike. Ûzgûn, ewilî li girtîgehê dest bi vî karî kiriye û paşê ji bo Tîmarxaneya Zarokan pêlav çêkirine. Ûzgûn, gava di sala 1985'an de ji girtîgehê derdikeve, hîn bêtir li ser vî karî hûr dibe û di sala 2005'an de li Keçîorenê dikaneke 20 metrekareyî vedike. Şukru Ûzgûn tevî hevjîna xwe Leyla Ûzgûn vî karî dike.    A MUHÎM HEZKIRIN E   Ûzgûn, anî ziman ku piraniya umrê xwe daye vî karî û got: "Ji 25 saliya xwe ve vî karî dikim. Min dikana xwe vekir. Ji sala 2005'an ve li Keçîorenê pêlavên enqereyiyan temîr dikim. Meraqa te ji bo çi hebe, tu bixwazî çi bikî, tu wî dikî. A muhîm, tu hez ji karê xwe bikî. Gava mirov hez bike, tu tişt tune ku mirov ji derheqê wî dernekeve."    Ûzgûn, diyar kir ku bi saya vî karî debara malbata xwe dike û bi vî karî zarokên xwe daye xwendin û got: "Min dikan vekir. Lê ne kes tê ne diçe. Kes nas nake. Paşê min ji xwe re amûr stendin. Min pêlavên xwe çêkirin û min ew danîn ber dikanê. Gava mirovan dît, meraq kirin û hatin. Ji ber ku bi salan e vî karî dikim, hoste me. Mirovan jî ferq kir û hatin. Niha karê temîrkirinê ji bo min wekî lîstikekê ye. Min bi vî karî du zarok mezin kirin û dan xwendin."    PIŞTEVANΠ   Ûzgûn, diyar kir ku demekê destê wî tahl bûye û nikaribûye vî karî bike, lê belê wê demê kar hînî hevjîna xwe Leyla Ûzgûn kiriye û got: "Min hemû hûrguliyên karî hînî hevjîna xwe kirin. Piştî min kar hînî wê kir, ez çûm li fabrîkeyê xebitîm. Li wir sîgorteya min dest pê kir û emeliyat bûm. Li wir pir aliyê min kirin. Gotin, 'Dev ji kar bernede, gava tu acis bibî, em ê destûrê bidin te, tu yê biçî dikana xwe.' Dawiya hefteyê nedixebitîm. Van rojan jî diçûm dikana xwe û min aliyê hevjîna xwe dikir. Piştevaniyeke xweşik hemû di navbera me de. Piştî li fabrkê teqawid bûm, cardin hatim dikanê. Niha ez û hevjîna xwe bi hev re dikanê vedikin. Em bi piştevanî karî xwe dikin."    GOTIN 'TU NIKARÎ BIKÎ'    Ûzgûn, diyar kir ku mirovên li derdorê ji hevjîna wî re gotine "Tu yê nikaribî bikî" û got: "Lê hevjîna min dev jê berneda. Her roj ez û wê bi hev re hatin dikanê. Min çi kir, wê bi meraq temaşe dikir. Hevjîna min bi pêlavên ku çêkirin bersiva kesên digotin 'tu nikarî bikî' da. Niha ji min baştir temîr dike. Kesên jê re digotin 'tu nikarî bikî' niha pêlavên xwe tînin cem wê. Em bi hev re çerxa xwe ya debarê digerînin."    Ûzgûn di dawiya axaftina xwe de got: "Li derdorê hin hosteyên din jî hebûn. Lê piştî wextekê gişan girt. Heger tu karê xwe bi duristî bikî û tu dilê kesî nehêlî û bi başî nêzî mişteriyên xwe bibî, tu yê bi ser bikevî. Mixabin ehr kes ne wekî hev e. Li van dikanan tu tenê pêlavan temîr nakî, tu pêwendiyê jî bi mirovan re datînî. Heger têkiliyên te baş bin tu yê bi ser bikevî, wekî din na. Gava mişterî bi dilxweşî ji dikanê derdikevin pir kêfxweş dibim. A muhîm hezkirin e. Wekî din tu pênaseyeke vê tune ye."