Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne 2021-03-23 11:39:40   ENQERE - “Nobeta Edaletê” ku HDP’ê li Meclîsê dabû destpêkirin, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe bidomîne.    HDP'ê biryar da ku "Nobeta Edaletê" ya Parlamenterê wê Omer Farûk Gergerlîoglû piştî xistina parlamenteriya xwe li meclisê dabû destpêkirin, li navenda xwe ya giştî bidomîne. Wê di nobetê de Gergerlîoglû ku bi darê zorê ji meclisê hatibû derxistin û hatibû binçavkirin jî cih bigire. Di çarçoveya nobetê de wê her roj di navbera saet 10.00 û 17.00’an de seredan bên kirin.