Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan 2021-03-23 11:59:45   STENBOL – Hamgîn Karakaş ku bi rêya malbata xwe zext û binpêkirinên mafan ên li hemberî xwe yên li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê ragihand.    Li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê, girtî Hamgîn Karakaş ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yên li hemberî girtiyan vegot. Karakaş, diyar kir ku di demên dawîn de gardiyanan 2-3 caran bi ser qawişên wan de girtine û ew derp kirine.    LI QAWIŞA 7 KESÎ 37 KES DIMÎNIN   Malbata Karakaş, diyar kir ku li qawişa 7 kesî 37 kes dimînin û derbarê binpêkirinên girtîgehê de ev tişt ragihandin: “Hamgîn got ku gardiyanan piyên meseyên wan ên xwarinê jêkirine û ji wan re gotine ku êdî xwarinê li erdê bixwin. Timik bi ser qawişên wan de tên girtin, tên derpkirin û amûrên wan tên desteserkirin. Em ji rewşa girtiyan bi fikar in. Nêzî 3 hefteyan e bêncilên ku em ji girtiyan re dibin nadin wan. Em nizanin çi dibe, em bi fikar in.”   Malbata Karakş, ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan xwestin ku li dijî vê rewşê bikevin nav liv û tevgerê.