Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin 2021-03-23 12:00:50   DÎLOK - 2 sal berê, Ayten Beçet, li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li zindana Jinan a Gebzeyê xwe şewitand û tecrîd şermezar kir. Bi minasebeta salvegera çalakiya Ayten Beçet, dayika Ayten Fatma Beçet, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û xwest her kes li çalakiya gireva birçîbûnê xwedî derkevin û wiha got: “Tenê daxwazek me heye. Em dixwazin tecrîd rabe. Canê me şewitî, bila canê kesên din neşewite."    Hevseroka Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD), Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 8'ê Mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya ku li hemû girtîgehan belav bû û bi deh hezaran girtî ketin grevê di 30'ê nîzana 2019’an de girtiyan çalakiya xwe derbasî Rojiya Mirinê kir. 200 roj piştî çalakiyê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgeran dawî li çalakiyê anîn. Di çalakiya 200 rojan de li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet, li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê Medya Çinar, li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay, li Girtîgeha Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç û li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ugur Şakar, bi armanca tecrîdê şermezar bikin bedena xwe dan ber agir û çalakî li dar xistin.    2 sal berê îro di 23'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Jinana Gebzeyê Ayten Beçet li dijî tecrîdê  xwe şewitand. Îro salvegera çalakiya Ayten Beçet e. Beçet di roja 117’an çalakiya greva birçîbûnê de xwe şewitand û xwest tecrîd bi dawî bibe.    KOÇ KIR Û TEV LI XEBATÊN ÇAND Û HUNERE BÛ    Malbata Beçet, di salên 1990'an de ji Gundê Êkendî yê Navçeya Berwarî ya Sêrtê koç kirin. Ayten di sala 1991'an de li Dîlokê ji dayik bû. Dibistana sereteyî û lîse li Dîlokê xelas kir. Piştî lîse fakulteya endezyariyê qezenç kir, lê li şûna biçe fakulteya endezyariyê bixwîne, çû qeyda  xwe li Şaxa Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Mêrsînê kir û tev li xebatên çand û hunerê bû.    9 SALAN GIRTÎ MA   Beçet, dema li Dîlokê xebatên çand û hunerê dikir, di sala 2008'an de polîsan ew binçav kir û bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Karataş a Edeneyê. Beçet 3 meh û 10 rojan girtî ma û di danişîna yekemîn de hat berdan. Beçet di sala 2011'an de dema li Mêrsînê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, polîsan vê carê li nexweşxaneyê ew binçavkirin û bi heman îdeayê girtin. Dadgehê vê carê dîsa Beçet şandin Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê. Beçet nêzî 2 salan li vir girtî ma, 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di sala 2013'an de der barê wê de 9 sal cezayê girtîgehê birî û ew serbest berda. Beçet, salek şûnde dîsa hat girtin û dîsa şandin heman girtîgeha Karataşê. Ji wir sewqî Girtîgeha Jinan a Mûşê kirin. Piştî 3 sal û 6 meh şûnde jî sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê kirin. Beçet, 1 sal û 9 meh şûnde di 23'ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî.    CENAZE REVANDIN   Ewil cenase şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dema malbata Beçet çûn cenazeyê Ayten Beçet ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bigirin, polîsan cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê revandin û bêyî malbatê birin Dîlokê. Hêj malbat gihiştibû Enqereyê dozgeriyê agahî da malbatê û diyar kirin ku cenaze birine Dîlokê. Malbat dîsa ji Enqereyê vegeriya Dîlokê.    ŞAREDARIYÊ MALA ŞÎNÊ NEDA MALBATÊ    Piştî malbat hatin Dîlokê xwestin bi merasimekê cenaze defin bikin. Lê polîsan destûr nedan û ewil xwest tenê 5 kes cenaze defin bikin. Piştî niqaşan polisan destûr tenê da 20 kesan. Malbatê di şev nîvê şevê de di bin dorpêça polîsan de bi 20 kesan cenaze defin kir. Lê piştre ji bo sersaxiyê Şaredariya Dîlokê mala şînê nedan ku malbat şînê dîne.      'EZ BI KEÇA XWE SERBILIN IM'   Dayika Ayten Fatma Beçet, di 2'emîn salvegera çalakiya keça xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Fatma Beçet, anî ziman ku ewil hevjînê wê Sabrî Beçet agahî da wê û wiha got: "Eşek pir mezin bû. Lê piştî cenaze revandin êşa min mezintir bû. Piştî me cenaze teslîm girt jî astengiyan berdewam kir. Me cenaze girt, lê destûr nedan ku em bi merasimê defin bikin. Di ketina goristanê de em dan rawestandin. Li ketina goristanê hêjmara polîs û eskeran pir zêde bû. Em hemû ji maşîneyan daxistin. Em carek din asteng kirin. Tenê xwest 4-5 kes cenaze defin bikin. Me bi 4 kesan li ber ronahiya Ambulansê saet di 04.00’ê şevê de defin kir. Polîsan çek xistibûn serê me. Mala me 4 rojan dorpêç kirin. Destûr nedan ku xizm û merivên me bên ziyaretê û sersaxiyê. Destûr nedan em şîna xwe dînin. Di gotin 'Keça te terorîst e, em destûr nadin şînê dîne'. Lê keça min namûs û şerefa Kurdistanê bû. Ez serbilind û bi rûmet im."    ‘EM Ê SEROK AZAD BIKIN'   Dayik Fatma Beçet da zanîn ku keça wê nexweş bû û wiha lê zêde kir: "Ji ber nexweşiyê destûr nedan ku Ayten têkeve çalakiyê. Di telefonê de got 'Dema hevalên min di girevê de bin û ez ne di girevê de bim, pir bi zora min diçe' Ji ber tev li çalakiyê nebû 3 rojan giriya. Pir xemgîn dibû. BeşdarÎ pîrozbahiya Newrozê bû û wê rojê pir xweş derbas kir. Hevalên wê yên girtî gotin roja ku şehît bikeve bi hevre Newroz pîroz kirin. Ayten li qatê jor 2 name nivîsandin. Nameyek xist bêrîka xwe û yek jî xist ber sînga xwe. Wê rojê her dim dikeniya. Dew û ava fêkî da hevalên xwe. Hevalê wê gotin 'Tu îro çima zêde dikene' Ayten jî gotiye 'Ji bo hûn kêfxweş bin ez dikenim' Em ê bi ser bikevin. Em ê Serok Azad bikin û Kurdistanê rizgar bikin'"       Beçet qala hevdîtina dawî ya telefonê kir û wiha axivî: "Keça min her tim dixwest piştgiriyê bide çalakiya girevê. Di axaftina telefonê ya herî dawî de got: ‘Dayê piştgiriyê bidin. Em aştiyê bînin. Hûn çima danakevin qadan û aştiyê naxwazin? Êdî bes e bila dayik negirîn. Eger em aştiyê nînin ezê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim.' Di hevdîtina me ya dawî re got dê 10 - 20 rojan ne axive. Lê me fam kir k ev axaftina wê ya dawî bû. Roja din agahiya şehitbûna wê hat."   'BILA KESÊN DIN NEŞEWITIN'      Beçet, da zanîn ku di roja 117'emîn a çalakiya greva birçibûnê de çalakî li dar xist û wiha bi dawî kir: "Tenê dixwest tecrîd bi dawî bibe. Canê me şewitî, bila canê kesên din neşewitin. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."    MA / Bariş Polat