Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye 2021-03-23 12:16:18   RIHA - Malbata Şenyaşar lêgerîna edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 15'an de berdewam dikin. Malbata Şenyaşar di hesabê twîtterê de gotin: "Kêliya herî tarî ya şevê ye. Ev kêliya beriya şeveqê ye. Niha em di vê kêliyê de ne. Em bi hevre heviyê mezin bikin û parve bikin."   Malbata Şenyaşar çalakiya nobota Edaletê ya li pêş  Edliyeya Rihayê berdewam dike. 3 sal berê di 14'e Hezîrana 2018'an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşêde Bav  Hacî Esvet Şenyaşar kurên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin. Niha Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar 15 rojin li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin.    EM HÊVIYÊ PARVE BIKIN   Malbata Şenyaşaran li ser hesabê twîtterê peyam parve kirin û wiha gotin: "Kêliya herî tarî ya şevê ye. Ev kêliya beriya şeveqê ye. Niha em di vê kêliyê de ne. Em bi hevre heviyê mezin bikin û parve bikin. Pêdiviya me ji heviyê heye. Lêgerîna me ya EDALETê di roja 15'an de didome. "