Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome 2021-03-23 13:29:09   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji ber xebatên xwe yên di çarçoveya parastina mafê mirovan de hatiye binçavkirin û got ku wê têkoşîna xwe bidomîne.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li navenda xwe ya giştî  têkildarî binçavkirina Hevserokê xwe yê Giştî Ozturk Turkdogan a di 19’ê adarê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Turkdogan, têkildarî binçavkirina xwe axivî û diyar kir ku ji ber lêpirsîneke ku di bihara 2019’an de derbarê wî de hatiye destpêkirin hatiye binçavkirin û ji ber vê matmayî nemaye.    Turkdogan, destnîşan kir ku sûcê wî parastina mafê mirovan e û wiha got: “Ev hemû tiştên pêk tên nîşan didin ku Tirkiye ji bo kesên ku têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê didin bûye girtîgeha girtî û vekirî.