NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran 2021-03-23 15:35:11   CENEVRE - Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Liz Throssell, biryara vekişîna Peymana Stenbolê, daxwaza girtina HDP'ê û xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Fergerlikoglu rexne kir û wila got: "Biryar me dixe nava fikaran."    Piştî Tirkiye bi Biryarnameya Serokomariyê îmze ji Peymana Stenbolê vekişand bertek û nerazibûn zêde dibin. Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Liz Throssell, biryara vekişîna Peymana Stenbolê, daxwaza girtina HDP'ê û xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Fergerlikoglu rexne kir û wila got: "Biryar me dixe nava fikaran."    Liz Throssell, têkildarî mijarê li Ofîsa Cenevre ya NY'ê daxuyanî da û wiha got: "Bi vê biryarê li meclîsê rêxistin û saziyên civakî û sivîk dikin mijara niqaşan. Bi taybetî di mijara newekheviya zayendî û tundiya li ser jinê de fikaran zêde dike. Vekişîna biryarê ya dewletê mirovan dixe şokê. Di vê pêvajoya ku pêwiste tundiya li dijî jinê dawî bibe de, vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê, peyamek şaş dide cîhanê."     'PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN DIKIN HEDEF Û DIXWAZIN WAN BÊDENG BIKIN'    Throssell, bal kişand ser daxwaza girtina HDP'ê jî û wiha got: “Siyasetmedarên muxalif û parazvanên mafên mirovan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ev mirov bi pênaseya terorê ten tawanbarkirin. Wan bi vî şiklîdikin hedef û dixwazin bêdeng bikin. Di 17'ê Adarê de ji bo HDP'ê bigirin dest bi pêvajoya zagonî kirin. Di heman rojê de wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu xistin. Divê Tirkiye li gorî peyman û pivanên Navneteweyî gavan bavêje û plana xwe têxe meriyetê."   MA / Ruştu Demîrkaya