Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin 2021-03-23 15:38:39   RIHA - Dema binçavkirina 8 kesên di pîrozbahiya Newrozê de li Rihayê hatibûn binçavkirin, 2 roj din hat dirêjkirin.   Li Rihayê 8 kesên di pîrozbahiya roja Newrozê de hatibûn binçavkirin, hêj li Miduriyeta Polîsan a Rihayê tên ragirtin. Her 8 kes jî bi hêceta “Li dijî qanûna qanûna meş û xwepeşandanan û civînan muxalefet kirine” hatine binçavkirin. Dema binçavkirina 8 kesan bi biryara dozger 2 rojên din jî hat dirêjkirin.