ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-24 09:00:03 * Sê jinên kedkar ên li dijî îstîhdama jinan a li Rihayê her ku diçe kêm dibe têdikoşin, bi vekirina kargehekê, dixwazin li bajêr îstîhdama jinan zêde bikin. Ji van sê jinan Şehrîban Korkmaz, diyar kir ku divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin. * Husna Kûrhan diyar kir ku polîs 4 car lê geriyane û jê xwestine ku ew jî biçe ber avahiya HDP’a Amedê û got: “Yên diçin wir cenazeyê zarokên xwe werdigirin.”    * Seroka Duyemîn a ÇHD’ê Parêzer Umît Buyukdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê ji bo jê sûd werbigire aloziyê derdixe û biryarên dûrî aqilan digire û got: “Hewl dide vê jî li ser jinan, kurdan û muxalîfan bike.”   * Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîd, qirkirina jinan, taciz û tecawizê, azadî qîr kirin û anî ziman ku ji bo jiyana xwe teslîmî hişmendiya zilam nekin wê qêrîna xwe bidomînin.   * Li bajarê Agîriyê her roja diçe bêkarî û xizantî zêdetir dibe. Welatiyên ji pêşerojê bifikarin, diyar kirin ku sedema hemû pirsgirêkan AKP ye û gotin: “Divê ev ji ser serê me biçin.”   * Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku bi rakirina tecrîdê, wê aştî pêş bikeve û ji bo xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kirin.   * Derket holê ku li Nisêbînê, di çend salên dawî de, kesên karsaz kirin hedef û hinek di êrişan de jiyana xwe ji dest dan, girêdayî Ocakên AK’ê ne. Komeleya ku di bin navê alîkariyê de xebatên xwe bi rê ve dibe, bûye navenda avabûna komeke çeteyan.   * Malbata Şemsettîn Ozer ê 27 sal in girtî ye û bi nexweşîna penceşêrê re têdikoşe got: “Em dixwazin tavilê were berdan.”    * Şengul Marti, anî ziman ku rewşa tenduristiya birayê wî Seyfettîn Marti yê 6 sal in li Girtîgeha Wanê ya Ewlekariya Bilind girtiye, giran dibe û xwest ev îşkence tavilê bi dawî bibe.    * Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolû, diyar kir ku bi milyonan mirovên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, rûyê ronahiya Tirkiyeyê derxistin holê û got: “Di Newrozê de gel, hêz û rola çareseriyê ya Birêz Ocalan cardin nîşan da.”    * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 16'emîn de wê bidome.     * Li Amedê KCD, DBP, TJA û HDP wê li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ji bo nirxandina Newrozê wê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan wê li Parka Koşûyolû daxuyaniya çapemeniyê bidin. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehê ya Mêrsînê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û grevê birçîbûnê wê li Şaxa ÎHD'a Mêrsînê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo darizandina Dayikên Şemiyê wê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe.  (13.00)   * Rêxistinên jinan wê li gelek bajaran betalkirina Peymana Stenbolê protesto bikin. (18.30)