Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir 2021-03-24 12:33:29   RIHA - Dîlan Îzol a ku kurê wekilê AKP'ê yê berê Zulfukar Îzol û birayê wî êrîşî malbata wê kirin û di êrîşê de dayik, bav, pismam û amojna wê hat kuştin, çû Rihayê û malbata Şenyaşar ziyaret kir.    Malbata Dîlan Îzol a ku malbata wekîlê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol li Sîweregê êrîşî wan kiribûn û di êrîşê de 4 kes ji wan kuştibû, çû Rihayê û malbata Şenyaşar a xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûsê êrîşî wan kirin û bav û 2 bira kuştibûn ziyaret kir. Xizmên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya Hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê xwe Fadil Şenyaşar li pêş Edliyeya  Rihayê 16 rojin "Nobeta Edaletê" digirin. Dayik Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Fatil Şenyaşar bi dowîzên “Em Edaletê dixwazin", “Ji bo zarokên min Edalet" û “Ez ji bo hevjînê xwe yê li Nexweşxaneya Dewletê hat kuştin û zarokên xwe Edaletê dixwazim" vekirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Ziyaretên ji bo piştgiriya malbatê didome.    MALBATA ÎZOL A AKP'ÎYAN 4 KES JI WAN KUŞTIBÛN MALBATA ŞENYAŞAR ZIYARET KIR   Xizmên wekilê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol di 15'ê Hezîrana 2019’an de li Gundê Çeltîkê yê Sîweregê êrîşî malbata  Îzol kiribûn. Di êrîşê de dayik, bav, birazê û jinbira kuştibûn. Dîlan Îzol a AKP'îyan bav, dayik, pismam û amojna wê kuştibûn hat Rihayê û malbata Şenyaşar ziyaret kir.    Dayik Emine Şenyaşar, di ziyaretê de dîsa lorîk lorandin. Dîlan jî di ziyaretê de got “Ev pergal wisa naçe. Dûr nêzîk teqez ev edalet wê pêk bê."